Ajansa Fezayê ya Ewrupî (ESA) îro Înê ragihand ku astronotê yekê ku bi laşî astengber e, jibo mîsyonek li ser Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) hatiye piştrast kirin.
Astronot John McFall, cerahekî Brîtanî yê ku 43 salî û sporvanekî berê ye, di 19 salî bûye di qezayek motorsîkletê de lingeke xwe hinda kiriye.
ESA ragihand ku McFall jibo mîsyonek demdirêj ya li ser ISS di warê saxlemîyê de hatiye piştrast kirin û destûrnameya bijîşkî daye wî.
"Niha ew astronotek e mîna her mirovekê din ku dixwaze bifire stasyona fezayê û ew li benda peywireke ye," rêvebirê ESA yê Daniel Neuenschwander got.
John McFall li ser biryara ESA ya qebûlkirina wî jibo şandina fezayê di preskonferanseke onlaynî de kêfxweşîya dîyar kir û got ku ew "gelekî serbilind e".
"Ev biryar ji min pir mezintir e -- ev veguhertinek çandî ye," wî got.
ESA di 2022’an de McFall wek endamekî tîma astronotên xwe ragihand û ji wê demê ve Ajans egera astronetekî bi protez bibe endamê tîmê mîsyona fezayê dinirxîne.
McFall da zanîn ku di pêyvajoya nirxandina wî wek astronetekî jibo şandina fezayê, ew bi "pir ne çalak" bû, û tenê hewce bû ku ew di warê bijîşkî ve saxlem be û peywirên pêdivî pêk bîne.
Daxuyanîya ESA di vê demê de tê ku li ser prensîbên cihêrengî, wekhevî û beşdarbûnê (DEI) li Amerîka û li serenserî cîhanê gelek nîqaş didomin.
"Emê bi nirxên xwe yên Ewrupî berdewam bikin. Hemî hevkarên ISS - ku Amerîka jî di nav de ye -- destûrnameya bijîşkî dane McFall," rêvebirê ESA’yê Daniel Neuenschwander li ser van nîqaşan got.
ESA hîn demek dîyar nekiriye ku wê McFall wek astronotê yekê yê astengber bişîne fezayê.
Di qonaxa pêş de, ESA wê tevî protezê hin amûrên pêdivî binêre û binirxîne ku McFall bikaribe li fezayê dijî her dijwarîyeke pêşbînekirî jî bi awayê herî baş ser bikeve.
McFall got ku teknolojîyên ku ew li ser dixebitin "wê ber bi tevahîya civakê belav bibe û jibo karînerên protez jî feydeyên girîng peyda bikin".
Jêder:AFP