Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

12 Taylandî jî di Nav de Koma Yekê ya Dîlên li Gaza Hate Berdan


Hêzên Îsraîlî li Tel Avîvê li benda hatina dîlên azadkirî ne
Hêzên Îsraîlî li Tel Avîvê li benda hatina dîlên azadkirî ne

Taylandê ragihand ku 12 hemwelatîyên wê yên dîlên destê Hamasê îro Înê hatine berdan.

Serokwezîrê Taylandê Srettha Tahvisin got ku 12 Taylandî hatine berdan.

Ser Taylandîyên dîl yên ku berê ku nehatibû ragihandin ku ewê werin berdan hîn ti agahîyeke berfireh tuneye.

Îsraîlê dîyar kiribû ku koma pêşî ya dîlan dê radestê Xaça Sor hêzên ewlekarîyê yên Misirê bikin.

Medyaya Îsraîlê ragihand ku dîlên pêşî yên bi agirbesta dekî hatine berdan niha di destê Xaça Sor de ne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku derfeta piştrastkirina vê agahîyê çênebûye.

Bi agirbesta 4 rojî çaverê bû îro ji 240 dîlên di destê Hamasê de 13 bihatana berdan.

Li hember van dîlan Îsraîlê jî dikira 39 girtîyên Filîstînî, ku ji 24 jin û 15 ciwan bûn, berdana.

Di agirbestê de, 50 dîl û 150 Filîstînî dê werin berdan û Îsraîl dibêje ku ger Hamas her roj bi kêmî ve 10 dîlên din berde ewê dema agirbestê dirêj bike.

Hin jêderên Filîstînî dibêjin ku Hamas dikare heta 100 dîlan berde.

Berdana 13 dîlên jin û zarok, qonaxa yekê ya berdana dîlên li Gaza ye ku di berdêla azadkirina 39 Filîstînîyên li girtîgehên Îsraîlê pêk tê ku ew jî girtîyên jin û temen piçûk in.

Di daxuyanîya herî dawî ya Ajansa Ragihandinê ya Dewletê ya Misirê (SIS) de hat gotin ku Misir xwe amade dike ku pêşwazîya dîlên ku Hamas berdide bike.

"Bi hewilên navbeynkarîyê yên Misirê, 12 dîlên Taylandî û 13 Îsraîlî ku di nava wan de jin û zarok jî hene, hatin berdan," ofîsê got.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG