Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melania Trump Serkêşîya Civîneke Civata Ewlekarîyê Dike

Xanima Yekem ya Amerîkayê Melania Trump hefteya bê serkêşîya civîneke Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî (NY) dike.

Amerîka dibe seroka demkî yê civata rêxistina navnetewî. Ofîsa Xanim Yekem got ku Melania Trump dê civîna 2’ê Adarê de behsa rola perwerdeyê di pêşxistina tolerans û aştîyê cîhanê de bike.

Xanima Yekem bi vê yekê dikeve dîrokê. Ev dê bibe cara yekem ku Xanimeke Yekem ya Amerîkayê serkêşîya Civata Ewlekarîyê dike.

Ofîsa Xanim Yekem got ku Melania Trump dê vê derfetê bikar bîne da ku banga aştîyê bi rêya perwerdeyê bike.

Balyozê Amerîkayê li NY Mike Waltz derbarê vê nûçeyê got ku ofîsa wî bi yekê kêfxweş e ku Xanima Yekem serkêşîya vê civînê dike.

Ev pêşketin tê çend rojan piştî ku Koşka Sipî ragihand ku bo cara sêyemîn, Xanima Yekem bi awayekî serkeftî zarokên Rûs û Ukraynayî gihandin malbatên wan piştî ku ji ber şer hatibû cudakirin.

XS
SM
MD
LG