Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat di Hilbijartinên Florîda de Şansa Xwe Baş Dibînin


Pirsnameyeke Reutersê îro Pêncşemê nîşan da ku Demokrat di hilbijartinên walîtî û senatoyê de Florîda di rewşeke baştir de ne.

Senatorê Demokrat Bill Nelson di anketan de, bi 5 ferqeke 5 ji sedê ferq li pêş walîyê Florîda yê Komarî Rick Scott e.

Bajarvanê Tallahassee Demokrat Andrew Gillum ku jibo posta walîtîya Florîda, namzetê Demokratan e, di pirsnameyan de di rêza pêşîn de xuya dibe. Îhtîmaleke xurt heye ku Gillum bibe yekemîn walîyê Reş yê Amerîkî yê Florîda.

Hêjayî balkişandinê ye ku Amerîka di 6ê Mijdarê de jibo hilbijartinên Kongresê û rêvebirîyên xwecîhî diçe ser sindoqê ku wek Hilbijartinên Mîdterm tê bi nav kirin.

Ew hilbijartin du sal piştî hilbijartinên seroktîyê têne kirin û gelek endamên Civata Nûneran û Civata Senatoran tên hilbijartin.

Ger Demokrat piranîya Kongresê bi dest bixin, hîngê dikarin astengîyên girîng ji rêvebirîya Serok Donald Trump re peyda bikin.

XS
SM
MD
LG