Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîberman: Flistînî Yê li Malîzya Hatî Kuştin Pisporê Rokêtan Bû


Welatiyek Filstînî wêneyê endaziyar Fadî Muhamed al-Batiş bi dîwar ve dike
Welatiyek Filstînî wêneyê endaziyar Fadî Muhamed al-Batiş bi dîwar ve dike

Wezêrîrê berevaniya Îsrailê Avigdor Lieberman roja Yekşemê red kir ku, welatiyê Flistînêî yê ku li Malîzya hatiye kuştin, Îsrailê ew kuşt be, Lieberman herwiha dibêje, ew pisporê çêkirina mûşekan bû " ew ne mela bû".

Doh Şemiyê welatiyê Flistînî yê ku ev10 salin li Malîzya dimîne, dema bo nivêja serê sibê qesta mizgeftê dikir, du kesên siwarên motorsiklan gullebaran kir û giran birîndar bûbû, lê şûn de jiyana xwe ji dest da.

Tevgera Berevenkariya Îalamî ya Flistînê "‌Hamas"ê îşaretên weha dan ku Îstîxbarata Îsrailê Mossadê endaziyar Fadî Muhamed al-Batiş kuştîye.

Berpirsê polîsê Kuala Lumpur, Mazlan Lazim got, du kesan 10 gulle berdane kesekî 35 salî derhal hatiye kuştin, Lazim gote ajansa Reuters"hêşta zûye em tiştekî bêjin, emê ji hemû aliyan de, lêkolîn bikîn", Lazim red kir ku qurbanî yê hatî kuştin endamê tevgera Îslamî Hamasê be.

Tê gotin ku welatiyê Flistînî, Fadî Muhamed al-Batiş, yê çalak bû di tevgera Hamasê de û pispor bû di warê karên elektironî û çêkirina rokêtan de.

Hamas ya ku kerta Gaza birêve dibe gotiye, endamekî wan li Malîzya hatîye kuştin, Îsmail Haniye berpirsê Politbîroya Hamasê got, Îstîxbarata Îsrailê berî niha jî endamên wan kuştine, bûyerê li Malîzya qewimî dişibe heman kuştinên berê.

Lê wezîrê berevaniya Îsrailê Lieberman gotiye, dibe sedema kuştina Fadî nakokiyên navxwe yên Flistîniyan be.

Lieberman herwiha bo Radio ya Îsrailê dibêje "her carê kesek bihê kuştin rêxistinên terorist dibêjin, Îsrailê ew kirîye, em liser pirsên weha rahatine".

Ehmed Zahid Himaidî cêgirê serok hiûmetê Malîziya gotiye ajansa Bernama ya Malîzî du kesên gomanbar ji ciyê bûyerê reviyane, tê texmîn kirin ku ew welatî Ewrupî bin û girêdayî saziyek Îstîxbaratî ya biyanî bin.

XS
SM
MD
LG