Kompanîya Ford Motor Co îro Sêşemê dîyar kir ku ewê cureya nû ya maşîna wê ya minîbusa Transît ya bo bazara Ewrupî, di 2023'ân de destpê bike ku li Tirkîyê were çêkirin.
Ford ragihand ku wê di nava trombîlan de awayê bi elektrîkî û hîbrîdî jî hebin.
Minîbusa transît dê ji hêla Ford Otosan, hejmar dudya ya karsazîya hevbeş ya otomobîlên Amerîkî yên li Tirkîyê ve, were çêkirin.
Ford Otosan ewê di heman demê de wek beşekî hevalbendîya di navbera Ford û otomobîla Almanî de, jibo Volkswagen AG meşînekî bazirganî jî çêbike.
Ford bi ji % 15 para xwe kompanîya herî girîng ya meşînên bazirganî ya li Ewrupa ye û herwiha 56 sal e ku li Brîtanya, ya herî mezin ya Ewrupa ye, pêşengtîya bazara Minîbusên bazirganî dike.
Meha borî Ford ragihand ku ewê hemî meşînên xwe yên rewîtîyê yên li Ewrupa dê heya 2030'an elektrîkî bike.
Armancên bo kêmkirina belavbûna CO2 yên li Ewrûpa û Çînê, bi baştirkirina teknolojîya baterîyan da ku lêçûnên kêmtir bibin, piştî bi salan derfeta karanîna meşînên elektrîkê yên bazirganî (EV) di bin tavê de derdixîne holê.
Ford îdia dike ku ew dikare ji firotina mînibusên elektirîkê ku belavbûna karbonê kêm dikin, ewê qazancê bike.