Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Polîsên Îranî di Şer Û Pevçûnan de Hatin Kuştin


Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku çar efserên polîsê Îranî li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê ya başûrê rojhilatê Îranê hatin kuştin, ku cihê tundûtûjîyên din yên vê dawîyê ye.

Rêveberê polîsê navçeyî yê Îranê Serdar Elîreza Seyad gote ajansa nûçeyan ya IRNAyê : "Bûyer li navenda polîsên trafîkê li ser rêya Îranşehr-Bempûr bû sedema şehîdbûna efserên polîs."

Li Îranê zêdetirî 7 heftîyan e ku xwepêşandanên li seranserî welatî rû didin ji ber kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî dema ku di bin çavdêriya polîsên exlaqî da bû li Tehranê.

Li bilî wan pevçûnan jî li Sîstan-Belûçistana ku dikeve ser sînorê Pakistan û Afganîstanê, pevçûnên din rû dan ji ber destdirêjîya ser keçeke genç ya ji herêmê ji aliyê serokê polîsan ve.

Li gorî rayedaran di 30ê Îlonê de li Zahedan, navenda parêzgehê, bi dehan xwepêşander û 6 endamên hêzên ewlehiyê hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG