Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koşka Sipî bo Fox News: Agirbesta ligel Îranê Dê Tenê 3 Ta 5 Rojan Were Dirêjkirin

Li gor kanala Fox News, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo agirbesta bi Îranê re demeke diyarkirî danîye.

Fox News li ser zarê karbidestekî Koşka Sipî îro Çarşemê ragihand ku agirbesta bi Îranê re tenê “di navbera sê û pênc rojan de” hatiye dirêjkirin.

Agirbestê dê di demjimêrên serê sibê roja Çarşemê de bidawî bibûya. Lê belê Serok Trump Sêşemê êvarî ragihand ku ew demeke zêdetir dide Îranê da ku ji bo gotûbêjan “pêşnîyareke hevbeş” pêşkêş bike.

Herwiha du çavkanîyan ji kanala CNN re ragihand ku Serokê Amerîkayê demeke sînordar daye Îranê da ku rê bide wan ku peşnîyareke hevbeş pêşkêş bikin.

Çavkanîyan herwiha diyar kir ku rêveberîya Amerîkayê naxwaze agirbestê heta demeke nediyar dirêj bike. Di heman demê de, Amerîka naxwaze rê bide Îranê ku danûstandinan dirêj bike.

Li gor van çavkanîyan, Serok Trump dixwaze ku peymana dawî di demeke herî nêzîk de were çêkirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG