Wezîra Wekhevîya Zayendî ya Fransa Elisabeth Moreno îro Pêncşemê piştgirî da futbolîstên jin yên Misilman ku hewil didin qedexeya ser girtina porên xwe pûç bikin.
Federasyona Futbolê ya Fransî biryar dabû ku hemî futbolîstên jin di maçan de sembolên olî yên berbiçav yên wek dersoka Misilmanan û kippa (kum) Cîhûyan li xwe nekin.
Rêxistineke jinan ya bi navê "les Hijabeuses" di Mijdara borî, bi sedema ku ew biryar cudakarî dike û azadîya wan ya olî binpê dike, dest bi kempeynekê kiribû.
"Qanûn dibêje ku ew jinên genc dikarin porên xwe bigirin û futbolê bilîzin. Îro li qad û mergên futbolê laçek/şaşik ne qedexe ne. Ez dixwazim ku rêz li qanûnê were girtin,” Moreno ji kanala LCI re got.
Du meh piştî hilbijartinên seroktîya Fransî, ew mijar li Fransayê bûbû babeteke kêşebar ku sîsteme xurt ya sekuler bi rê ve dibe û girîngî dide dewletê ji olê cihê bike.
Senatoya Fransî, ku partîyên rastgir tê de piranî be, di meha borî de qanûnek pêşnîyar kiribû ku di maçên sporê de hemî sembolên olî qedexe bike, lê civata jêrîn ya parlamanê ku partîya serokê Fransî Emmanuel Macron û hevbendên wî piranî ne, ew pêşnîyar red kiribû.