Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Hatina Amerîkîyên Nevaksînkirî Qedexe Dike


Hikûmeta Fransî îro ragihand ji 12'ê Îlonê pê ve, tenê Amerîkîyên vaksînkirî wê bikaribin seredana wî welatî bikin.

Bi bilindbûna rêjeya pêketinên cureya delta li Amerîka, Fransa tev li dewletên din yên Ewrupî dibe ku rêwîtîya Amerîkîyên nevaksînkirî dorteng bike.

“Ji 12’ê Îlonê, roja Yekşemê pê ve tenê rêwîyên ku bi tevahî hatine vaksîn kirin, wê bikaribin seredana Fransayê bikin. Rêwîyên nevaksinkirî wê tenê jibo armancên pêdivî û bi şertê nîşandana testa negatîf wê bikaribin têkevin Fransayê,” balyozxaneya Fransî ya li Washingtonê ragihand.

Di rewşa heyî de turîstên nevaksînkirî tenê bi nîşandana negatîf ya testa COVID-19 dikarin têkevin Fransa.

Berî ji Yekîtîya Ewrupa di 30’ê Tebaxê de jiber zêdebûna pêketinên cureya delta ya vîrusa korona, Amerîka ji lîsta welatên ewle derxistibû.

XS
SM
MD
LG