Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Fransî: Koalîsyon Dijî Rêkeftina Derxistina Mîlîtanên DAIŞ'ê li Reqa Bû


Artêşa Fransî îro Pêncşemê ragihand ku kaolîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ'ê, dijî rêkeftina li Reqa bû ku rê dida şervanên DAIŞ'ê ji wî bajarî derkvin.

Berdevkê artêşa Fransî Patrik Steiger got ku kaolîsyonê nikarîbû êrîşên esmanî li ser mîlîtana bikira jiber ku wan xwe di nav sîvîlan de veşartibûn.

“Koalîsyonê bi firokên bêmirov rewşa li erdê dişopand, lê terorîstan xwe tev li sîvîlan kiribûn. Loma jî me nikarîbû bi êrîşên esmanî li wan xistana.”

Fransa bi êrîşên esmanî piştgirî dide koalîsyonê û hêzên taybet yên Fransî li Reqa dijî DAIŞ'ê şer dikirin.

Raporteke BBC roja Yekşemê gotibû ku dora 4,000 mîlîtanên DAIŞ'ê, ku bi sedan çekdarên bîyanî jî di nav de bûn, ji Reqa hatibûn derxistin û li seranser Sûrîyê û Tirkîyê bêlav bûbûn.

XS
SM
MD
LG