Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa 220 Mîlyon Euro Ceza li Kompanîya Google Dibire


Xwepêşanderekî pêş navenda Google ya li Parîsê (Arşîv)
Xwepêşanderekî pêş navenda Google ya li Parîsê (Arşîv)

Fransa îro Duşemê 220 mîlyon euro li kompanîya Google birî, bi sedema ku wê di reklamkirina onlaynî de cîhê xwe yê xurt bi xirabî kar anî.

“Rêbazên ku Google bi kar tîne cîhê xemê ne jiber ku ew di hîn bazaran de û di malperên mobîl û aplîkeyşinan de rikeberên xwe ceza dike. Em bi bîr tînin ku kompanîyeke wek Google ku di rewşeke serdest de ye, xwedîyê berpirsîyeke taybet e û nabe ku ew rewşa xw eya taybet bi xirabî bixebitîne,“ Sazîya Pêşbirkê ya Fransî (Autorité de la Concurrence) got.

Kompanîya Google ku bingeha wê li Mountain View, California ye, ragihand ku ewê îtîrazî biryarê neke û cezayê dijî wê bide û herwiha ewê di rêbazên xwe yên kar de hin guhertinan bike.

Berpirsa Sazîya Pêşbirkê ya Fransî Isabelle de Silva got ku biryara wan li cîhanê biryara yekê ya wiha ye.

XS
SM
MD
LG