Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa ji Dîplomatên Xwe Dixwaze ku Çûyîna Îranê Radiwestînin


Ajansa Reuters îro radigihîne ku hikûmeta Fransa ji dîplomatên xwe û ji karbidestên wezareta derve xwestiye ku bo demeke nedîyar çûyîna Îranê radiwestînin.

Li gor biryarnameya navxweyî ya hikûmeta Fransî jiber planeke Îranê ya bombekirina xwepêşandaneke hevrikan û helwesta tund ya Tehranê ya dijî Parîsê bûye sedema wê biryarê.

“Hewila têkçûyî ya bombekirina xwepêşandaneke komên hevrik li nêzî Parîsê, ku parêzêrê Trump Rudy Giuliani jî beşdar bûbû, wek nîşana helwesta tundtir ya Îranê li dijî Fransa ye.”

Hêjayî balkişandinê ye ku kompanya Fransî ya neftê Total û yên çêkirina otomobîlan PSA û Renault ligel jimareke şîrketên din yên Ewrupî jiber toleyên Amerîkî yên dijî Îranê ji bazara wî welatî vekişîbîn.

Berdevkekî wezareta derve yê Îranî îro ragihand ku Îran wê li dijî dijnminên xwe ku dixwazin peywendîyên navbera her du alîyan xira bikin, di nav hişyarî de be.

XS
SM
MD
LG