Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Fransa Hişyarîya Pêla Duyê ya Korona Blind Dibe


Virus Outbreak France Eiffel Tower
Virus Outbreak France Eiffel Tower

Sazîya zanistî ya hikûmeta Fransî îro Sêşemê hîşyarî da ku pêleke duyan ya korona li Fransa di payîzê yan zivistanê de destpê bike û hejmera bûyerên pêketina korona bi rengekî berbiçav bilind bibe.

Karbidestên Fransî hewil didin ku hejmarên bilind yên COVID –19 yên nav hefteyên borî bidin rawestandin.

Komîteya zanistî ya Fransî di daxuyanîyekê ku ji hêla wezareta saxlemîyê ve hate weşandin de got ku "Rewş nebaş e û dibe ku em di her kêlîyêkî de em tekevin nava senaryoyekê ku wek Îspanya kêmtir di bin kontrolê de be."

Li gor raporeke rojnameya Le Monde hişyarî di dema ku tevî Parîsê li gelek bajarên Fransî li deverên derveyî yên qelabalix karanîna maskan hatiye mecbûr kirin de, hat.

Di daxuyanîya di derbarê hîşyarîyê de tê destnîşan kirin ku îhtîmaleke mezin e ku di vê payîzê yan zivistanê de pêleke duyan ya pandemîyê pêk were.

Ger mirov rêgezên dûrahîya civakî neparêzin û pîvanên din bi cîh neyînin, wê nikaribin jinûve belavbûneke COVID-19 ya dawîya havînê de, bidin sekinandin.

Li gelek welatên Ewrupî, qedexe û tedbîrên dijî vîrusê bi sedemên kêmbûna rêjeya bûyeran û bi armanca sînorkirina zarara aborî û herwiha bo demsala betlaneyê hatibû sist kirin û rakirin, lê niha temaşe dike ku li wan welatan hejmera bûyeran vîrusa korona zêdetir dibe.

Karbidestên Fransî ji xwe li bajarên wek Lille, Nice û Toulouser rêgezên paqijîya giştî xurtir kiribûn û karanîna maskan li kolanên qelebalix mecbûrî kiribûn.

Fransa di sê rojên dawî de 3,376 bûyerên nû yên COVID-19 ragihand ku hejmera kesên ku li beşên lênêrînên giran yên li nexweşxaneyan têne derman kirin, bilindtir dibe.

XS
SM
MD
LG