Fransa ragihand ku ewê ‘’jibo armanca hevkarîyê’’ jinûve vîzayê bide hemwelatîyên Lubnanê.
Hikûmeta Fransa piştî şewba vîrusa korona, Lubnan jî di nav de bo hemwelatîyên hin welatan vîza rawestandibû.
Wezareta Derve ya Fransa bi daxuyanîyekê dîyar kir ku piştî peqîna li Beyrutê, wan biryar daye ku bo hevkarîya bi hemwelatîyên wî welatî re vîzayê bidin wan.
Li gor daxuyanîyê, hemwelatîyên Lubnanê yên temenên wan ji 11 mezintir, dê gava derbazî Fransa bibin testa vîrusa korona bikin, û ger test pozîtîf derkeve dê 14 rojan di karantînayê de bimînin.
Di peqîna li Beyrutê de, ku di 4’ê Tebaxê de çêbûbû, bi qasî 180 kesan jîyanên xwe ji dest dabûn.