Artêşa Fransayê îro Çarşemê ragihand ku keştîya firokhilgir a bi navê "Charles de Gaulle" ber bi Deryaya Sor û Kendava Edenê ve bi rê ket.
Ev tevger di çarçoveya amadekarîyên hevbeş ên Fransa û Brîtanyayê de ye ji bo erkeke pêkan di siberojê de, da ku ewlekarîya tevgera keştîyan li Tengava Hormuzê biparêzin.
Di heman demê de, ofîsa Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa û hevalbendên wê dikarin ewlekarîya Tengava Hormuzê misoger bikin.
Ofîsa Macron herwiha got ku Fransa dixwaze mijara Tengava Hormuzê ji danûstandinên niha yên navbera Amerîka û Îranê cuda be.
Li gor raportan, keştîya firokhilgir a Charles de Gaulle roja Çarşemê di Kanala Suezê re derbas bû û ber bi başûr ve, ber bi Deryaya Sor ve çû.
Keştîya firokhilgir a Charles de Gaulle dikare çar heta pênc mehan li nav deryayê bimîne. Dema ku Amerîka û Îsraîlê operasyona xwe ya hevbeş li dijî rejîma Îranê destpê kir, ev keştî li rojhilatê Deryaya Sipî hatibû bicihkirin.