Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje di Rêketina ligel Australya de Biden Wekî Trump Xebitî


Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

Fransayê Serokê Amerîkî Joe Biden bi wê yekê tawanbar dike ku ew wekî serokê berê Donald Trump dixebete, piştî ku Parîs ji rêketineke berevanî ya ligel Australyayê hate dûrxistin.

Daxuyanîya Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian îro Pêncşemê belav bû, rojeke piştî ku Amerîka û Brîtanya û Australyayê ragihandibû ku ewê hevkarîyeke ewlekarî jibo devera Indo-Pasîfîk damezrînin da ku alîkarîya Australya bike keştîyên binavî yên Amerîkî ku bi hêza navokî dixebitin, bi dest bixîne.

Ev peymana ku bi navê Aukus tê zanîn, wekî hewildanekê li hember Çînê tê dîtin, tevî ku rêberên her sê welatan di axaftinên xwe de do Çarşemê Beijing binav nekir. Ragihandina Aukus tê wê wateyê ku peymanek din ku Australya îmza kiribû jibo bidestxistina keştîyên binavî yên Fransî ku li ser mazotê dixebitin, êdî wê niha were betal kirin.

Le Drian got ku ew ji ber vê gavê “bi hêrs” e û ew wekî têkbirina bawerîyê bi nav kir.

“Ev biryara yekalî û neçaverêkirî pir tîne bîra min tiştê birêz Trump dikir. Ev tişt di nav hevalbendan de nayê kirin,” Le Drian di hevpeyvîna radyoya Franceinfo de got.

Berî du hefteyan, wezîrên berevanî û derve yên Australyayê peymana sala 2016’an ji Parîsê re careke din piştrast kir. Li gor wê rêketinê, biryar bû fîrmeya Fransî Naval Group ya çêkirina keştîyên binavî dest bi avakirina keştîyan bi Australyayê kiriba.

Serokê Fransî Emmanuel Macron jî pesna dehên salan ji hevkarîya siberojê da, dema ku Hezîrana borî mêvandarîya Serokwezîrê Australyayê Scott Morrison kiribû.

“Ev kêrek di pişta me de ye. Me peywendîyeke bawerîyê bi Australya re çêkiribû û ew bawerî êdî hatîye şikandin,” Le Drian got.

Di dema serokatîya Trump de peywendîya navbera Parîs û Washington de sar bûbû. Lê diplomat dibêjin ku hinek xembarî di mehên dawî de çêbûne ku Biden jî bi hevalbendên xwe yên Ewrupî re ne rastgo ye.

Dibe ku rêketina bi Australya re hîn jî têkilîyên tansatlantîk sartir bikin.

XS
SM
MD
LG