Pêdaçûneka hikûmeta Frensî diyar dike ku derdora 840 pirdên welêt rastî ziyanên rijd bûne û metirsî hene ku di nava çend salan de hilweşin.
Hikûmeta serok Emmanuel Macron soza xerckirinên nû ji bo jêrxaneyan daye, lê ew rastî fişareka nû hat piştî ketina pirdekê li Italya ku di encamê de 43 kesan jiyana xwe jidets da.
Pêdaçûna ku îro Yekşemê di rojnameya du Dimache de belav bû, dibêje sêyek ji 12,000 pirdên ku hikûmetê avakirine pêwîstî bi çakirinê hene. Dora 7 ji sedî, anko dora 840 pird renge di salên bê de bikevin eger xerckirin li gor asta heyî bimîne.
Ev pêdaçûn behsa hezaran pirdên din ên Frensa nake, ku kompaniyên taybet ew avakirine yanjî desthilatdarên xwecihî, ku budjeya wan di van salên dawî de hatiye kêmkirin.