Wezîrê darayî yê Frensayê Bruno Le Maire îro Şemîyê got ku astengiyên ewlekarî yên Afghanistanê, divê bibin bangeke huşdariyê ji bo Yekîtiya Ewrupî.
Le Maire bang li Yekîtiyê kir ku bêhtir mêldara berevaniyê û serkirdayetiya navnetewî be.
Wî di konferanseka kar de ji peyamnêran re got:
“Pêwîs e Ewrupa bibe mezintrîn sêyem hêz piştî Çînê û Amerîkayê. Ka em çavên xwe vekin, em rastî gefan dibine û em nikarin êdî pala xwe bidin ser Amerîkayê.”
Wezîrê Frensî got Parîsê biryar daye ku 1.7 milyar Euro(2.02 milyar dolar) îsal ji bo berevaniyê terxan bike û hez dike ku welatên din ên ewrupî jî heman tiştî bikin.
Wî her wiha bang li endamên Yekîtîya Ewrupî kir ku “weberhênana bazarên xwe kûrtir bikin ji bo serbixweyîya teknolocî ji kompaniyên mezin ên derve.”
Jêder: Reuters