Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa Dibêje Ew Amade ye Bacên Amerîka Bibe Rêxistina Bazirganî ya Cîhanî


Wezîrê darayî yê Frensa Bruno Le Maire
Wezîrê darayî yê Frensa Bruno Le Maire

Wezîrê darayî yê Frensa îro Yekşemê got Frensa amade ye biçe rêxistina bazirganî ya cîhanî ji bo rûberûbûna gefên serokê Amerîka yên danîna bacên gumrigê li ser hin berhemên Frensa.

Donald Trump gotibû wê Amerîka bacên gumirgê bide ser hin berhemên Frensî wek bersiv ji gacên Frensa li ser kompaniyê Amerîkî yên internêtê re.

Wezîr Bruno Le Maire ji tilfizyona France3 re got:

“Em amade ne vê yekê bibin dadgeheke navnetewî, ji ber ku bacên me yên gumrigê bandorê didin ser kompaniyên Amerîkî bi heman şêweyên ku bandorê didin ser yên Ewrupî û Frensî û Çînî. Ew bê ciyawazî ne.”

Ev bû demeke dirêj e Parîs gazinan dike li dor kompaniyên Amerîkî yê digital ku bacên xwe, wek pêwîste, nadin.

Hikûmeta Frensî Tîrmeha îsal biryar da ku bacan bi rêjeya 3% bide ser kompaniyên xizmetên digital li Frensa.

Amerîka jî gefan li Frensa dixwe ku wê ew jî bermaber vê biryarê bacan bide ser hin berhemên Frnesî.

XS
SM
MD
LG