Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Frensa Dibêje Ew Amadeye Autonomiya Guadeloupe Gotûbêj Bike


Wezîrekî hikûmeta Frensî ragihand ku Frensa amade ye autonomiya navçeya Guadeloupe gotûbêj bike eger ew di berjewendiya rûniştvanên wê de be.

Guadeloupe û girava nêzîkî wê Martinique, ev bû çend roj in xwepêşandanan dikin li dijî pîvanên regirtina li COVID-19 û di nav wan de tundûtûjî derketiye pêş.

Lecornu, Wezîr Frensî yê ku çavdêriya navçeyan dike, di vîdyoyekê de li ser YouTubê got hin berpirsên Guadeloupe pirsa autonomiyê derxistine rojevê.

Wî got:

“Hikûmet amadeye li dor vê yekê biaxive. Ti dîbêtên nebaş nînin, eger ew dîbêt xizmeta çareserkirina pirsgirkên rojane yên xelkê Guadeloupe bikin.”

Wî anî ziman ku hikûmetê zincîreyek despêşxerî li Parîsê kirine ji bo Guadeloupe, di nav de jî çakirina sîstema saxlemiyê, projeyên jêrxaneyan û dabînkirina karan ji bo gêncan.

Hikûmeta Frensayê vê hefteyê ragihand ku ew dê daxwaza ku karkerên kerta taybet li Guadeloupe û Martinique vaksînên COVID-19 wergirin, paş bixe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG