Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Serokwezîrê Berê yê Fransayê bo Îranê Ne Fermî ye


Francois Hollande.
Francois Hollande.

Nivîsîngeha Serokê hilbijartî yê Fransayê Francois Hollande ragihand ku serdana serokwezîrê berê yê Fransayê bo Îranê “serdaneka taybet e” herçende medyaya Îranê radigihîne ku Michel Rocard bi serdaneka diplomatîk çûye Tehranê.

Ajansa Associated Press radigihîne ku nivîsîngeha Hollande red kir ku Rocard li gor daxwaza Hollande serdana Îranê kirîye.

Francois Hollande roja Sêşemê wek Serok dest bi kar dibe.

XS
SM
MD
LG