Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên Fransa û Îtalya Ewrupîyan ji Nîjerê Derdixin


Firokên ku hemwelatîyên dewletên Ewrupî jî Nîjerê derdixin gihiştin Fransa û Îtalya.

Fransa, ku Nîjer berê kolonîya wê bû, piştî pêla protestoyan ya dijî wê ya li dû derbeya leşkerî dîyar kiribû ku ewê hemwelatîyên xwe ji wî welatî derxîne.

262 kes îro Çarşemê 2ê Tebaxê 2023ê gihiştin Parîs ya paytexta Fransa.

Piştî derbeya leşkerî ya li Nîjerê dijî balyozxaneya Fransa ya li wî welatî êrîş li dar ket.

Xwenîşanderan roja Yekşemê li Niamey ya paytext li pêş balyozxaneya Fransa kom bûn sloganên wek ‘’Bijî Rûsya’’, ‘’Bijî Putin’’, ‘’Bimre Fransa’’ gotin û agir berdan balyozxaneyê.

Wezareta Derve ya Fransa ser wan bûyeran biryar dabû ku hemwelatîyên xwe demûdest ji Nîjerê derxîne.

Fransa dibêje ewê 1000 leşkerên xwe yên li Nîjerê, ku jibo têkoşîna dijî çekdarên Îslamî li wir in, dernexe.

Firoka Îtalya jî, ku 87 kes ji Nîjerê derxistin, îro Çarşemê bi saeta herêmî 05:00 gihişt Roma.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku di firokê de 36 Îtalî, 21 Amerîkî û 1 jî Brîtanî hebûn.

Almanya jî bang li hemwelatîyên xwe yên li Nîjerê kir ku bi firokên Fransa ji wî welatî derkevin.

Jêder: AFP, Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG