Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ligel Berdewamîya Êrîşên Îranê, Fransa Piştgirîya Xwe bo Herêma Kurdistanê Tîne Ziman

Fransa dibêje ew piştgirîya Herêma Kurdistanê dike li vê dema ku ew rastî êrîşên Îran û komên çekdar tê.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyanîyekê de îro Çarşemê got Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî.

"Wezîr hevsozîya Fransa ligel Kurdistana Îraqê anî ziman li dema ku rastî êrîşên ji alîyê Îran û komên çekdar yên ser bi wê ve tê," daxuyanîya Wezareta Derve ya Fransayê got.

Serokatîya Herêma Kurdistanê jî di daxuyanîyekê de got ku peywendîya di navbera herdu karbidestan de derengî Sêşemê pêk hat, tê de "Herdu alîyan pêşhatên berdewam yên deverê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin."

XS
SM
MD
LG