Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Frensa Kirîsa Rojhilata Navîn li gel Serkirdeyên Îraqê û Mîrgehên Ereb ên Yegirtî Gotûbêj Dike


Serokê Frensa Emmanuel Macron
Serokê Frensa Emmanuel Macron

Serokê Frensa Emmanuel Macron îro Şemiyê li gel hevtayê xwe yê Îraqî Berhem Salih erê kir ku hewl bidin girjiyan li Rojhilata Navîn kêm bikin, piştî kuştina Qasim Sulêmanî di êrîşeke esmanî ya Amerîka de.

Nivîsîngeha Macron got herdu serokan di pêwendiyeke telefonî de erê kir ku ji nêzîk ve kar bikin li ser jinavbirina girjiyên bêhtir û ewlekirina seqamgîriya Îraq û tevahiya herêmê.

Macron her wiha pêşketinên Rojhilata Navîn li gel serkirdeyê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî û şahzadê tac ê Ebû Debî Şêx Mihemed bin Zayêd al Nehyan gotûbêj kirin.

Demekê berê îro Şemiyê, wezîrê derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian got wî jî rewşa Rojhilata Navîn li gel wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas û mezinê dîplomatên Çînê Wang Yi gotûbêj kir.

Le Drian got:

“Me hemiyan erê kir li dor girîngiya seqamgîrî û serweriya Îraq û herêmê bi giştî, û her wiha pêwîstiya ku Îran ti binpêkirinên nû di derheqê rêkeftina Vienna de neke.”

Li gor rêkeftina Vienna ya sala 2015an, piraniya cezayên navnetewî ji ser Îranê hatibûn rakirin li beramber sînordarkirina çalakiyên navokî yên Tehranê.

XS
SM
MD
LG