Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Frensa de Kesek Tê Kuştin û 47 Birîndar Dibin


Wezareta navxweyî ya Frensa dibêje xwepêşanderek hate kuştin û 47 birîndar bûn, di demekê de ku xwepêşanderan riyên Frensa girtin li dijî bilindbûna buhayê fuelê.

Polîs dibêje 3 birîndar di rewşeke tenduristî ye xerab de ne, li gor wezaretê.

Berpirs dibêjin 24 kes hatine girtin û vekolîn bi 17 kesên din re dibin.

Bilindbûna buhayê fuelê bûye cihê nerazîbûna welatiyên Frensî.

Vekolîn li dor kesê kuştî li herêma Savoie ya rojhilat dibin, ku otombêlekê lêxistibû.

Berpirsên herêmî got şifêrê otombêlê ji ber polîs direviya dema li xwepêşander xist.

Desthilatdaran diyar nekir çawa 47 kes di xwepêşananan de birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG