Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Parîsê Gazên Rondikrêj Dijî Xwepêşanderan Bikar Tîne


Li Frensa îro Şemiyê careke din xwepêşander daketin cadeya Champ Elysees ya herî navdar li Parîsê û polîs gazên rondikrêj û xertûmên avê li dijî wan bikar anîn, piştî ku xwepêşanderan xalên polîs derbaskirin.

Ev cara sêyem e di sê hefteyan de ku xwepêşander li dijî bilindkirina taksan, bi taybetî li ser benzînê, û serkirdeyatiya serok Emmanuel Macron derdikevin ser cadeyan.

Ajansa Associated Press ragihand ku hemî îstgehên tirênên bin erdê li derdora Champs Elysees ji ber xemên ewlekaiyê hatine girtin.

Gelek xwepêander êlekên zer li xwe dikin û xwepêşandanên wan êdî bi navê Jakêtên Zer tên nasîn.

Hefteya borî, di xwepêşandan de tundûtijî di navbera polîs û xwepêşanderan de derket holê.

Berpirs dibêjin hefteya borî 8,000 kes tevlî xwepêşandanan bûn. Bêhtirî 100,000 xwepêşander li seranserî welêt derketin ser cadeyan.

Macron dibêje bilindkirina taksan pêwîste ji bo ku Frensa kêmtir pala xwe bide ser fiyûla xweristî û her wiha ji bo piştgiriya weberhênanên nû yên wizeyê.

XS
SM
MD
LG