Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êlekzerên Frensî Dîsa Derdikevin Xwepêşandanan


Xwepêşanderên êlekzer ên Frensî li derdora Parîsê û hin bajarên din îro Şemiyê dîsa derketin xwepêandanan.

Ev hefteya 11em e ku xwepêşander derdikevin ser cadeyan da fişarê bidin ser serok Emmanuel Macron û siyasetên wî yê derbarê zêdekirina bacan.

Macron di van rojên dawî de roleke çalakdar di dîbêteke niştimanî de lîst û li seranserî frensa xemên xwepêşanderan dane ber çavan.

Hin serkirdeyên êlekzeran hewil didine ku xwepêşandanên xwe bi şev jî berdewam bikin.

Frensa îro Şemiyê derdora 80,000 polîs li dijî tundûtijiya xwepêşanderan belav kirin.

Xwepêşanderên li cadeya Chamos-Elysees dîbêta Macron a niştimanî wek perdeyeke dûmanê binav kir ku Macron pê hewil dide bala Frensiyan ji ser siyasetên wî yên piştgiriya karsazan, vekişîne.

XS
SM
MD
LG