Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dixwaze ku Rêberên G20 Moskowê Şermezar Bikin


Wezîrê Darayî yê Fransa Bruno Le Maire îro Înê got ku divê hemtayên wê yên li G20, Rûsya jiber êrîşên wê yên dijî Ukrayna şermezar bikin.

Le Marie dîyar kir Ewrupa ser toleyên nû yên dijî Moskowê dixebite.

Hindistan, ku seroktîya niha ya G20 dike, naxwaze ew blok ser cezayên zêde yên dijî Rûsya nîqaşê bike.

Ew welat hewil dide ku ser herba Rûsya û Ukrayna nebêje ‘’şer’’ di zimanê danûstandinê sîyasî de.

‘’Em di asta Ewrupî de ser pêla nû ya toleyên dijî dijî Rûsya dixebitin.

Hindistan di şerê Rûsya û Ukrayna de helwesteke bêalî girtiye û red dike ku Moskowê jiber toleyan tawanbar bike.

Rêberên G20 di civîna dawî ya li Balî de Rûsya jiber êrîşên dijî Ukrayna şermazar kir û ji hêzên Rûsî xwest ku bê şert û merc ji Ukrayna vekişin

Rûsya, ku endama G20 e, kiryarên xwe yên li Ukrayna wek operasyoneke leşkerî ya taybet dibîne û ji wê yekê dûr dikeve ku wê weke êrîş û şer bi nav bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG