Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Darizandina Sê Karbidestên Sûrî li Parîsê Didome


Dadgeha Tawanan li Parîsê.
Dadgeha Tawanan li Parîsê.

Dadgeha Tawanan ya Parîsê darizandineke taybet bi Sûrîyê li paytexta Fransî didomîne. Dadgehkirina ku roja Sêşemê destpê kir li dijî sê karbidestên payebilind yên Sûrî hatiye vekirin.

Ev doz girêdayî girtina, êşkencekirina û kuştina Mazin û Patrick Debag e, du welatîyên Fransî bi regez Sûrî ku di sala 2013’an de li Şamê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatibûn girtin.

Yek ji sê karbidestên Sûrî ku di dozê de hatine tawanbarkirin, Elî Memlûk e. Memlûk serokê berê yê Buroya Ewlekarîya Niştimanî ya Sûrî ye. Ew niha şîretvanê taybet yê serokatîya Sûrîyê ye.

Dadgehkirin bêyî amadebûna her sê bergumanan tê lidarxistin.

Dozgerên Fransî yên vê dadgehkirinê dibêjin ku wan belge amade kirine ku rola van kesan di tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê de piştrast dike.

Çavdêr û rêxistinên mafên mirov dibêjin ev dadgehkirin dîrokî ye, jiber ku ev cara yekê ye dadgeheke Fransî dozekê li dijî karbidestên rejîma Sûrî vedike.

“Girîngîya vê darizandinê ew e ku ew kesên naskirî li nav rejîma Sûrî dike armanc,” Enwer el-Bunî, parêzerê Sûrî ku li Almanyayê dimîne, ji Dengê Amerîka re got.

“Em behsa kesayetîyên mezin dikin ku rola wan di tawanên çewisandina gelê Sûrîyê de heye. Jiber wilo, ez bawer dikim ev gaveke mezin e ji alîyê hikûmeta Fransî ve,” el-Bunî da zanîn.

Darizandinê roja Sêşemê destpê kir û heta roja Înê dirêj dike. Tê çaverêkirin ku biryara dadgehê roja Înê derkeve.

“Ev cara yekê ye ku karbidestekî Sûrî ku hîn beşek e ji rejîma Beşar el-Sed tê darizandin. Ev bixwe gaveke balkêş e,” Nînar Xelîfa, karmenda rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ), got.

Ji bilî Memlûk, Cemîl Hesen, rêvebirê berê yê Îstixbarata Hêza Esmanî, û Ebdilselam Mehmûd, rêberê şaxê Şamê yê Îstixbarata Hêza Esmanî, di vê dozê de cih digirin.

Doza Mazin û Patrick Debag cara yekê sala 2016’an ji alîyê dozgerîya Fransî hate vekirin.

Xelîfa got ku ji wê demê ve belgeyên befireh hatin komkirin û hevpeyvîn ligel hejmareke mezin ya şahidan hatin kirin.

“Jiber wilo ev doz derfet e ku careke din ronî were dayîn ser doseya girtin û êşkencekirin û kuştinê li nav zindanên rejîma Sûrîyê,” wê ji Dengê Amerîka re got.

Parêzer Enwer el-Bunî da zanîn ku nîqaşeke qanûnî li Fransa heye ka çawa ewê biryara dadgehê li dijî her sê karbidestên Sûrî karîger be, eger ew bi fermî roja Înê wekî tawanbar hatin dîtin.

XS
SM
MD
LG