Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Wê Heftiya Borî Li Sûriyê Êrîş Dijî Daişê Pêk Anîn


Fransa dawiya heftiya borî êrişên mûşekî li Sûriyê pêk anîn, û navendên Dewleta Îslamî li Sûriyê kirin armanc

Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransî Sebastien Lecornu roja Sêşemê got.

Lecornu li ser platforma medyaya civakî X nivîsî: "Roja Yekşemê, hêzên esmanî yên Fransî êrîşên armanckirî li dijî navendên "Dewleta Îslamî" li ser axa Sûriyê pêk anîn.

Êrîşa esmanî ya Fransî tê piştî êrîşeke leşkerî ya bi heman rengî ji aliyê Amerîka ve li Sûrîyê, ku gotibû wê du endamên Dewleta Îslamî kuştin.

Sûriyê rûbirûyî siberojeke siyasî ya nediyar dibe piştî ku grûpa Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) Serokê berê Beşar el-Esed di 8ê Kanûnê de ji desthilatê derxist.

Kampanyaya nişkave ya ku ji aliyê HTŞ ve tê birêvebirin şerekî navxweyî yê 13-salî bi dawî kir, lê wê gelek pirsan li ser siberoja welatekî pir-etnîkî ku dewletên biyanî di nav de Tirkiyê û Rûsya xwedî berjewendiyên bihêz û potansiyel ên hevrikî ne, hişt.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG