Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Sozê Dide Berevanîya Esmanî Bişîne Ukranyayê

Fransa îro Şemîyê ragihand ku ewê nû yên sîstemên berevanîya esmanî bişîne Ukraynayê di demekê de ku êrîşên Rûsyayê zêde dibin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser platforma X'ê got: "Girîng e ku Ukrayna hemû amûrên pêwîst hebin da ku esmanên xwe biparêze û vê êrîşkarîyê rawestîne."

Bi kêmî ve 13 kes Înê bi şev û Şemîyê hatin kuştin. Heft ji wan li Ukraynayê bûn û çar jî li Rûsyayê. Du kes li Kirimê ku ji hêla Rûsyayê ve hatîye dagirkirin hatin kuştin.

Di êrîşa droneke Rûsyayê de roja Înê, 16 kes li bajarê Kryvyi Rig hatin kuştin dema ku tîmên rizgarîyê di navendeke bazarê ya wêranbûyî re derbas dibûn.

Macron got ku ew piştî êrîşa Kryvyi ligel hevtayê xwe yê Ukraynî Volodymyr Zelensky axivî.

Hevalbendên Ukraynayê di Koalîsyona Dilxwaz de, ku komeke bi serokatîya Fransa û Brîtanya ye, dê Duşemê kom bibin da ku bizanin ka çawa fişareke zêde li ser Moskowê bikin ji bo ku êrîşên xwe rawestîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG