Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevalbendên Amerîka Dixwazin Rolekê di Azadîya Keştîvanîya Hormuzê de Bilîzin

British Prime Minister Keir Starmer and French President Emmanuel Macron co-host a multinational virtual summit at the Elysee Presidential Palace, in Paris, France, on April 17, 2026.
British Prime Minister Keir Starmer and French President Emmanuel Macron co-host a multinational virtual summit at the Elysee Presidential Palace, in Paris, France, on April 17, 2026.

Serokê Fransa Emmanuel Macron, pêşwazîya biryara Îranê kir ku heta agirbest bidome dê Tengava Hormuzê vekirî bimîne û ev yek wekî “gaveke di rêya rast de” bi nav kir.

Daxuyanîya Macron di konfranseke rojnamevanî de hat, piştî ku welatê wî û Brîtanya serokatîya civîneke hevbeş ya nêzîkî 40 welatan derbarê mijar Tengava Hormuzê kirin.

Ew civîn bi wê armancê hate lidarxistin ji bo şandina peyamekê bo Amerîka ku hin ji hevalbendên wê yên herî nêzîk amade ne di azadîya keştîvanîyê de li Tengava Hormuzê rolekê bilîzin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Înê ragihand ku Tengava Hormuzê bi tevahî hatiye vekirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî jî diyar kir ku tengava stratejîk hatiye vekirin û dê bi dirêjahîya agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de vekirî bimîne.

Hefteya bê dê kombûnek li Londonê jî derbarê mijara Tengava Hormuzê were lidarxistin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG