Hikûmeta Fransa, piştî êrîşa terorî ya Strasbourgê bang li êlegzeran kir ku dawîya hefteyê protestoyan li dar nexînin.
Berdevkê Hikûmeta Fransa Benjamin Griveaux dîyar kir ku piştî êrîşa terorî ser karbidestên ewlekarîyê zext çêbûye û ji êlegzeran xwest ku bi awayekî ‘’maqûl’’ tevbigerin.
‘’Karbidestên ewlekarîyê di çend hefteyên dawî de di şertên dijwar de xebitîn. Ger herkes, roja Şemîyê, berî pîrozbahîyên sersalê li şûna ku karbidestên ewlekarîyê bixebitînin herin ser karên xwe ewê baştir be’’ Griveaux got.
Êrîşvanê bi navê Cherif Chekatt yê 29 salî li Strasbourgê êrîşî bazara Noelê kiribû û di êrîşê de sê kes hatibûn kuştin.
Chekatt bi awayekî birîndar ji cîhê bûyerê reviyabû. Operasyona bo girtina Chekatt du roj in didome.