Papa Francis îro Duşemê şewitandina Quranê şermezar kir û got ku wê kiryarê ew hêrs kiriye.
Papa Francis di hevpeyvîna Al Ittihad ya Îmaretî de got ku ew şewitandina Quranê şermezar dike û ew nahêle ku şewitandina pirtûka pîroz wek azadîya ramanê were dîtin.
‘’Her kitêbeke ku pîroz tê dîtin, hêjayî rêzgirtinê ye, wek çawa ku kesên ku bi pirtûkê bawer dikin jî hêjayî rêzgirtinê ne."
Wî got ku çalakîyên şewitandina Quranê hêrsa wî radike û ew ji wan bûyeran nefret dike.
Hefteya borî xwenîşanderekî li Stockholm ya paytexta Swêdê, Quran çirandibû û şewitandibû.
Di serî de Tirkîye, ku Swêdê jibo endamtîyê li NATO napejirîne, jimareke dewletan ew protesto bi tundî şermezar kiribûn.
Polîsên Swêdê di demên dawî de rê nedan çend protestoyên şewitandina Quranê û dadgehên wî welatî jî dibêjin ku ev yek azadîya derbirînê binpê dike.
57 dewletan Îslamî do bi daxuyanîyekê dîyar kirin ku divê ser wan çalakîyên jibo şewitandina Quranê tedbîrên berfireh werin ragihandin.
Wan dewletan bang li dewletan kirin ku rê li ber nefretê bigirin û li gor hiqûqa navneteweyî tevbigerin.
Jêder: Reuters