Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Francis Serokê Hilbijartî Joe Biden Pîroz Kir


Pope Francis û Joe Biden, 2016
Pope Francis û Joe Biden, 2016

Papa Francis, serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden bi rêka telefonê pîroz kir.

Tîma Joe Biden bi daxuyanîyekê ragihand ku wî jiber pîrozkirinê spasîya Papa Francis kiriye û gotiye ku ew jiber rêberîya Papa Francis ya bo aştî û lihevkirinê wî teqdîr dike.

Li gor daxuyanîyê, Joe Biden ji Papa Francis re daye zanîn ku ew dixwaze ser mijarên wek feqîrî, koçberî û guherîna îqlimê bi wî re hevkarîyê bike.

Biden, Katolîkê duyê ye ku heta niha di hilbijartinên seroktîyê yên Amerîka de bi ser ketiye. Di sala 1960’î de John F. Kennedy yê Demokrat bi ser ketibû û bûbû Katolîkê pêşî li yê bo seroktîya li Qesira Sipî.

Serokê hilbijartî Joe Biden, vê hefteyê bi Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Japonya Yoshihide Suga û Serokomarê Koreya Başûr Moon Jae-in re jî axifî.

XS
SM
MD
LG