Rêberê partîya serekî ya opozisyonê li Almanya, Frank-Walter Steinmeier, dibêje ew ji bo demê çend heftiyan xwe têkelî siyasetê nakit ji ber ku gurçikeka xwe didete hevjîna xwe.
Steinmeier roja Duşembî got, rewşa saxlemî ya hevjîna wî gelek nebaş e û lewma heta meha 10 xwe ji siyasetê dûr dike.
Steinmeier li sala 2005 heta 2009, wek wezîrê derve yê Almanya xizmet kir. Steinmeier niha rêberê Partîya Sosyal Demokratîk e.