Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îslamiyekî Tûndrê li Fransa bi Kêran Êrîşî Zêrevanên Girtîgehê Dike


Dozgerên Fransî yên li dij terorê, roja Sêşemê ragihandin ku ew niha lêkolînan dikin li dij êrîşkarê ku bi kêran êrîşî zêrevanên girtîgehekê kirye li rojavayê Fransa.

Wezîrê Dadweriya Fransa Nicole Belloube dema hevjîna girtiyekî seredana wî kir bû li girtîgehê, hevjînê wê di zîndanê de bû jiber ku bi kêra sîramîkê êrîşî ser zêrevanên girtîgehê kirîye û 2 zêrevan birîndar kirine.Hevjîna gitî gotiye, birîna zêrevanan ne dijware û kesek weke rehîne nehatiye girtin.

Wezîr Belloube dibêje "helbet êrîş ku pêkhatî di şêweyê êrîşek terorîstî de ye" ya ku li girtîgeha Conde sur Sarthe li rojavayê Fransa pêkhatî.

Wezareta Dadê di daxûyaniyekê de gotîye, kesê girtî û êrîşkar bawerî bi revandina kesan ji bo kuştinê, êrîşên çekdarî û beriz nirxandina terorê heye.

Mediya herêmî jî daye zanîn ku kesê girtî weke Îslamiyekê tundrê tê naskirin.

Girtîyê êrîşkar sala 2015an bi tawana kuştina kesekî kal yê 89 salî hatiye ceza kirin, ku ew kes ji qurbanî û rizgarbûyên kampên serdema Naziyan bû.

XS
SM
MD
LG