Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Û Almanya: Divê Îran Dest ji Bernama Mûşkên Balîstîk Berde


alayê Almanya û Fransa
alayê Almanya û Fransa

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian, roja Duşemê ragihand ku, Fransa û Almaniya pêkahtin ku, divê Îran dest ji bernama xwe ya Mûşekên Balîstîk berde û herdu welat "teşwîqa baladestiya" li herêmê red dikin.

Jean-Yves Le Drian wezîrê derve yê Fransa di kongireke rojnamevanî de li Parîs ligel hevpîşeyê xwe yê Alman Sigmar Gabriel got "me herdu welatan heman raman heye derbarê girngîya ku pêwîste Îran dest ji bernma xwe ya balîstîkî û hewildanên baladestiyê berde".

Roja Duşemê zû, berdevkê wezareta derve ya Îranê Bahram Qasemî got bû, divê Fransa bizane ku, Îran destan ji bernama xwe ya mûşekan bernade û ne qabilî danûstendinê ye.

Mediya fermî ya Îranê ji zarê Qasemî ragihand ku, wî gotiye"Komara Îsamî ya Îranê helbet ne amdeye danûstendinan derbarê pirsên berevanî û mûşekan encam bide". Qasemî dîsan dibêje "berpirsên Fransa di bê agehin ji pêşketinên mezin yên ku, di demên bûrî de li herêmê pêkhatin e".

Sigmar Gabriel wezîrê derve yê Almanya got, Almanya û Fransa dê di berdewam bin di warê bervenaîkirina ji Peymana Navokî ya dîrokî ya ku, sala 2015an di navbera Îran û hêzên Navnetewî de hatî beştin.

XS
SM
MD
LG