Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Ser Baştirkirina Peywendîyên Amerîka û Ukrayna Dixebite


Fransa ragihand ku ew dixwaze peywendîyên Amerîka û Ukrayna jinûve çêke.

Berdevka hikûmeta Fransa Sophie Primas îro Çarşemê got ku jibo aştîyeke mayînde û saxlem divê peywendîya Amerîka û Ukrayna hebe.

Primas got ku di vê rewşê de niha pêşnîyaza wan agirbest e.

‘’Di danûstandinên Amerîka de jî ser agirbestê dixebitin. Fransa û Ewrupa dixwazin peywendîyên Amerîka û Ukrayna jinûve çêbin.’’

Ji alîyê din ve Serokê Fransa Emmanuel Macron ji X’ê ragihand ku ewê îşev bi saeta herêmî di 8’ê êvarê de jibo bîragiştî biaxife.

Macron dîyar kir ku cîhan bi dijwarîyan re rûbirû maye û li cîhanê ‘’nedîyarîyeke mezin’’ heye.

Serokê Amerîka Donald Trump alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna sekinand.

Sreokwezîrê Ukrayna Denys Shmygal dîyar kir ku tevî sekinandina alîkarîyan jî ewê li hember dagirkerîyan Rûsîyan li ber xwe bidin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy piştre bang li Rûsya kir ku agirbestê ragihîne û dîyar kir ku ew jibo aştîyeke mayînde dikarin bi ‘’rêberîya xurt’’’ ya Trump bixebitin.

Jêder: France24

XS
SM
MD
LG