Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medyaya Fransa Dibêje Barnier Nêzî Damezrandina Hikûmetê Bûye


Medyaya Fransa îro Pêncşemê radigihîne ku Serokwezîrê Fransa Michel Barnier nêzî damezrandina kabîneyê bûye.

Dezgehên medyaya Fransî piştî civînên Barnier yên bi rêberên partîyan re wisa got.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Barnir du hefteyên berê erkdar kiribû.

Barnier, ku danûstandkarê berê yê Brexitê yê Yekîtîya Ewrupa (YE) ye, di damezrandina hikûmeta nû de bi dijwarîyan re rûbirû maye ku ew jî alozîya rewşa sîyasî ya Fransa nîşan dide.

Macron vê havînê biryara hilbijartina pêşdem dabû û piştî dengdanê parlamaneke dijwar çêbû ku di yekîtîya sîyasî de li asê dimîne.

BFM TV, piştî civîna serokwezîrê berê Gabriel Attal û Barnier ragihand ku li ser hikûmeteke nû lihevkirin çêbûye di wê de ji partîyên li navendê û yên konservatîf 16 wezîr û 22 cîgirên wezîr hene.

Ne Attal ne jî Barnier ti şîrove nekir. Pêşlihevkirin çêbe jî pejirandina Macron hewce ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG