Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Bang li Hemwelatîyên Xwe Dike ku ji Îranê Derkevin


Fransa îro Çarşemê bang li hemwelatîyên xwe yên li Îranê kir ku demûdest ji welêt derkevin.

Balyozxaneya Fransa ya li Tehranê got çêtir e ku hemwelatîyên Fransî ku tim li Îranê dimînin jiber girjîya li Rojhilata Navîn bi awayekî demkî ji welêt derkevin.

Balyozxane bang li hemwelatîyên Fransa yên li serdana Îranê kir ku demûdest ji welatî derkevin.

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzi Halevi îro gotibû ku ewê bersîvê bidin êrîşa muşekî ya Îranê.

Halevi dîyar kiribû ku hêzên wan dikarin li Rojhilata Navîn êrîşên giran bibin ser navendên girîng.

Wî gotibû ku ew kanîn û kapasîteya wan têrê dike ku ew li tevahîya Rojhilata Navîn li dar bixin.

"Dijminên me ku vê yekê nizanin wê di demeke nêz de bersîvdana me bibînin," Halevi hişyarî dabû Îranê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG