Peyvdarê Hikûmeta Parîsê roja Pêncşemê ragihand ku Komeleyek olî ya Tirk ya bibandor ku ji hêla murşidê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye damezrandin cihê wê li Fransa nabe, jiber ku ew li dijî nirxên Fransa derdikeve.
Komeleya Milli Goruş di van hefteyên borî de li Fransayê ji ber ku red kir ku beşdarî rêziknameyek lihevkirinê bibe, ya ku hikûmetê li dijî tundrewiya Islamî û piştevaniya wê bo avakirina mizgefteke nû ya li rojhilatê bajarê Strasbourgê, li Fransayê derxistî, endêşe peyda kirine.
Aloziyên di navbera Parîs û Enqerê de jî zêde dibin piştî zincîreke aloziyan di navbera Erdogan û Serok Emmanuel Macron de, ku hefteya borî hişyarî dabû Tirkiyê ku derbarê destxistina nava hilbijartinên serokatiyê yên 2022 li Fransa.
Peyvdarê hikûmetê Gabriel Attal di hevpeyvîna bi BFM TV re got "Ez difikirim ku ev komeleyek dijî nirxên Komara (Fransî) ye, li dijî nirxên Komarê ye, li dijî wekheviya jin û mêra ye, li dijî rûmeta mirovahiyê şer dike." Gabriel herwiha got "Zelale ku divê ti çalakiyan neke û divê li Fransa jî nemîne." Lê wî tekez kir ku qedexe kirina wê rêxistinê nehatiye ragihandin.
Milli Goruş tevî sê komên îslamî li Fransa ku di meha Çile de red kirbû ku îmza xwe pavêje jêr rêziknameya ku şerê li dij tundiyê dike, ya ku serok Macron jî pejirandbû, piştî zincîreke êrîşan li Fransa pêkahtî û Îslamiyên tundrê hatbûn tawanabr kiri.
Milli Goruş ku bingeha wê li bajarê Almanya Kolnê ye, tevgereke pan-Ewropî ye ji bo Tirkên li dîasporayê ji hêla serokwezîrê berê Necmettin Erbakan ve hatîye damezirandin, yê ku wekî bavê Îslama siyasî li Tirkiyê û murşid û mamosteyê Erdogan tê naskirin.
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar bi serokatiya Erdogan di van salên dawî de xwe ji Milli Goruş dûr xistiye lê nirxên wê yên mihafizkar nêzîkî nirxên serokomar in.
Li gorî malpera Milli Goruş ya li ser Înternêtê ew "lîstikvanek sereke di jiyana misilmanên li Fransa de" ye. Ew ji bûna Hec kirinê, merasîma cenazeyan, çêkirina mizgeftan û hîndariya olî re, dibe alîkar.
Di hevpeyvînekê de digel kovara "Le Point" ku roja Pêncşemê hatiye weşandin, Wezîrê Navxwe Gerald Darmanin hişyarî da û got dewlet "Dê danûstandinê neke" digel komên ku red dikin rêziknameyê îmze bikin û dê kontrolê li ser çalakiyên wan zêde bikin, herwiha got "Ku hin komeleyan nexwestin wê îmze bikin ev helwestek nezelal û destwerdana biyanî û tevgerên tundrê yên li ser axa me kar dikin eşkere dike".
Zagonsazên Fransî nuha li ser pêşniyar qanûnekê dixebitin ya derabrê têkbirina tundrewiya Îslamî ku tê dîtin ew yasa dixwaze bandora komên olî bi fînanseya biyanî sînordar bike û rola wan di perwerdehiyê de bisînor bike.
Karbidestên li Strasbourg, ku ji alîyê şaredarekî Kesk ve tê rêvebirin, serê vê mehê alîkarîya 2,5 mîlyon euro (nêzîkî 3 mîlyon $) ji Milli Gorus re pejirandin jibo avakirina mizgefteke nû, ev yek bû sedema derketina reaksyonan ji aliyê hikûmetê ve.