Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Frensayê Macron Serdana Şamê Kir

International Conference on Syria in Paris
International Conference on Syria in Paris

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Duşemê serdana Şama paytexta Sûrîyê kir.

Ev seredana yekem a serokekî Yekîtîya Ewropayê ye piştî ku Beşar Esed di 2024an de ji desthilatê hate derxistin.

Macron piştî gihîştina xwe li ser platforma X'ê got: "Ez li vir im, da ku piştgirîya Fransayê ji bo gelê Sûrîyê nîşan bidim. Ji bo Sûrîyeke serbixwe, ku di navbera her kesî de yekgirtî be û bi cîranên xwe re di nav aştîyê de be. Werin em bi hev re rûpeleke nû ya aştî û aramîyê vekin."

Berpirsekî serokatîya Fransayê berîya serdanê ji rojnamevanan re got ku avakirina Sûrîyê yek ji mijarên herî girîng ên vê geştê ne. Ji ber vê yekê, serokên kompanîyên mezin mîna TotalEnergies û CMA CGM bi Macron re çûne Sûrîyê.

Wî berpirsî herwiha got ku Macron dê girîngîyê bide piştgirîya Fransayê ji bo Sûrîyeke azad ku rêzê li hemû koman digire. Herwiha Macron dê ligel Sûrîyeyên ji her alî û komên cuda bicive.

Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê(SANA) doh gotibû ku ev serdan dê “di çarçoveya diyaloga siyasî ya berdewam a di navbera herdu welatan de be, û dê hevdîtin li ser pêşketinên herêmî û navneteweyî, û her wiha derfetên kûrkirina hevkarîyê di gelek biwaran de werin kirin.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG