Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Xwe Jibo Hilbijartinên Serokatîyê Roja Yêkşemê Amade Dike


Fransa roja Yekşemê qonaxa dawî ya hilbijartinên serokatîyê pêk tîne.

Tê çaverê kirin berbijarê sosyalist Francois Hollande bi ser serokê nuha Nicolas Sarkozy de serkeve.

Rawergirtinên herî dawî nîşan didin ku Serok Sarkozy valahîya navbera xwe û hevrikê xwe yê sosyalist teng kiriye, lê tevî wiha hîn tê çaverê kirin ku birêz Hollande serkeftinê bidestxîne.

Piştî pênc salan weku serok, Nicolas Sarkozy rastî rexneyan hat, bi taybet derbarê rêvebirina wî ya aborîyê û awayê rabûn û runistina wî.

XS
SM
MD
LG