Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dijî Cezayê Mirinê Ye, Lê Rêz li Serwerîya Îraqê Digire


Wezareta Derve ya Fransî îro Duşemê ragihand ku ew wek prensîb dijî cezayê mirinê ye, lê rêz li serwerîya Îraqê digire.

“Balyozxaneya Fransî ya li Îraqê pêngavên pêdivî davêje ku posîzyona hikûmeta Fransî ji karbidestên Îraqî re ragihîne,” daxuytanîya Fransî got.

Daxuyanî di vê demê de tê ku Îraqê cezayê mirinê li 4 endamên Fransî yên Dewleta Îslamî (DAIŞ) birî.

Dadgeha Îraqî îro û do Yekşemê biryar dabû ku ew 4 hemwelatîyên Fransî, jiber endambûna DAIŞê bi rêka darvekirinê werin kuştin.

Hemwelatîyên Fransî ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hatibûn desteser kirin û di meha Şubatê de ligel 10 Fransîyên din ji karbidestên Îraqî re hatibûn teslîm kirin.

Li ber e 5 Fransîyên din jî di meha Hezîranê de derkevin pêş dadgehê.

XS
SM
MD
LG