Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Fransa Wê Rêwîyên ji 7 Welatên Bixe Nav Lîsta Karantînê


Firîngeha Charles de Gaulle ya Parîsê
Firîngeha Charles de Gaulle ya Parîsê

Ajansa AFP’ê ragihand ku Fransa dê rêwîyên 7 welatên bixe lîsta karantînê.

Li gor nûçeya AFP’ê, rêwîyên ji Bangladeş, Srî Lanka, Pakistan, Nepal, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Tirkîye û Qatarê derbazî Fransa dibin dê 10 rojan di karantînê de bimînin.

Rêwîyên ji wan welatan derbazî Fransa dibin dê bi belgeyekê cîhên ku lê dimînin pişrast bikin û her roj bi tenê 2 saetan karibin derkevin derve.

Biryara nû ya karantînê ya bo wan 7 welatan dê roja Şemîyê bi şev di merîyetê keve.

Fransa meha borî Hîndistan xistibû lîsteya karantînê û hemî firînên bi Brezîlya re rawestandibû.

Xêncî wan welatan, rêwîyên ji Arjantîn, Şîlî û Afrîqaya Başûr derbazî Fransa dibin, 10 rojan di karantînê de dimînin.

XS
SM
MD
LG