Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dibêje Wê Vekişîna ji Afganistanê Temam Kiriye


Wezîra Berevanî ya Fransa Florence Parly ji Twitterê dîyar kir ku wan operasyona vekişîna ji Kabulê temam kiriye.

Parly da zanîn ku wan bi operasyonan bi qasî 3000 kes veguhastine Fransa.

Wê dîyar kir ku ji kesên bi operasyonan derbazî Fransa bûne, pirtir ji 2600 kes Afgan in.

Wezîra Fransa got ku ew dê alîkarîya bo Afganên dixwazin ji Afganistanê derkevin, bidomînin.

XS
SM
MD
LG