Reuters’ê ragihand ku Almanya û Fransa hemwelatîyên xwe yên li Qudsê bo ewlekarîyê hişyar dikin.
Wezaretên derve yên Almanya û Fransa bi daxuyanîyan ragihandin ku Serokê Amerîka Donald Trump dê Qudsê êdî wek paytaxta Îsraîlê bibîne û ew jî dibe ku li wê derê bibe sedema hin alozîyan.
Her du welatan ji hemwelatîyên xwe xwestin ku ji medya herêmî nûçeyan bişopînin û li dûrî herêmên bi metirsî bisekinin.
Karbidestên Amerîkî do Sêşemê ragihandibûn ku Serok Trump dê îro Çarşemê biryara li ser Qudsê ragihîne