Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Dest Danî Ser Keştîyeke Hevalbendê Putin


 Keştîya Amore Vero
Keştîya Amore Vero

Wezareta Darayî ya Fransa îro Pencşemê bi daxûyanîyeke ragihand ku wan dest danîne ser keştîyeke ku tekildarê Igor Sechin e, yê ku hevalbendê Serokê Rûsya Vladimir Putin e.

Wezaretê da zanîn ku wan di çarçoveya toleyên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên dijî Rûsyayê bo dagirkirina Ukraynayê, dest danîne ser keştîyê.

Di daxûyanîyê wezaretê dîyar kir ku karbidestên gumrikê keştîya bi navê Amore Vero li herema La Ciotat ya li Deryaya Navîn kontrol kirine û dest danîne ser.

Wezareta Darayî ragihand ku keştî bo tamîrkirinê di 3'ê Rêbendanê de gehîştiye La Ciotat û ewê heya 1'ê Nîsanê li wir bimana.

Dema ku karbidestên gumrikê yên Fransî bo kontrolkirinê avêtine ser keştîyê, tîma wê amadekariya çûyîna lezgîn dikirin, tevî ku karê tamîrkirinê neqediyabû, daxuyanîyê got.

Wezaretê got ku xwedîyê keştîya Amore Vero kompanîyeke ye û Igor Sechin mîna hîsedarê wê yê bingehîn hatiye eşkere kirin.

Igor Sechin kompanîya Rûsî ya petrolê Rosneftê birêve dibe.

XS
SM
MD
LG